Putin: Divê mafên kurdan di destûra Sûriyê de bên bicîh kirin
Serokê Rûsyayê ragihand, pêwîst e hemû hêzên biyanî yên bi awayekî ne rewa hatine Sûriyê, ji nava xaka Sûriyê vekişin.
Putin ragihand, divê mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bicih bibin.
Putin got: Rûsya piştevaniyê li guftûgoyên di navbera Kurd û Şamê de dike.
Herwiha got: Divê yekperçeyîya Sûriyê bê parastin.
Putin aşkere kir jî, ew bi Erdogan re gihîştine rêkeftineke çarenivîsaz û piştre her du wezîrên derve yên Rûsya û Tirkiyê naveroka rêkeftinê aşkere dikin.
Basnews
