• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya rewşa Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin

Gulan Media October 23, 2019 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanya rewşa Sûriye û Iraqê gotûbêj kirin
Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civîna li gel Balyozê Birîtanya y; li Iraqê, John Wilks rewşa herî dawî ya navçeyê û pêşveçûnên pêwnediyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.

Hevdîtin duh Sêşemê li Hewlêr a paytexta Herêma Krudistanê hat lidarxistin û Balyozê Brîtanya yê li Iraqê bi armanca malavayiyê û bidawîhatina erkên xwe yên fermî li Iraqê, serdana Nêçîrvan Barzanî kiribû.

Di hevdîtinê de, Nêçêrvan Barzanî kar û çalakiyên John Wilks ên li Iraqê bilind nirxand û di erkê nû de hêviya serkeftinê ji wî re xwest.

Serokê Herêma Kurdistanê ragihan, serkirdatiya siyasî ya Herêma Kurdistanê û fraksyonên Kurdistanî yên li parlamentoya Iraqê piştgiriya programa Serokweîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî dike, ji bo gihîştin bi çareseriya kêşeyan.

Nêçîrvan Barzanî û John Wilks behsa rewşa Iraqê û pêşhatên herî dawî û pêwendiyên navbera Hewlê-Bexdayê kirin.

Herdu aliyan herwiha rewşa herî dawî ya li Sûriyê û geşedanên têkildarî krîza Sûriyê jî gotûbêj kirin.

Rudaw
Top