Amerîka mîlyon dolaran ji bo nûjenkirina tirbekî li Kurdistanê dabîn dike
Ji bo parastina dîrokê û vejandina aborî û anîna geştyaran ji bo deverê, Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê tirba Nahom nûjen dike.
Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro 13.06.2024 parve kiriye, “Konsula Giştî ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Pamela Hak bi wekalet serdana hejmareke cihên çandinî yên giring ên Herêma Kurdistanê kir, yek ji wan cihan jî tirba Nahom bû ku ji bo Cihû û Kiristiyan û Misilmanan cihekî dewlemend û giring ê xwedî pêgeheke çandiniye.”
Wê konsulxaneyê eşkere jî kir ku, Balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê yek milyon dolar ji bo nûjenkirina wî mezarî terxan kirine. Wekî ku wan amaje daye, ew alîkarî ji bo nûjenkirina wî mezarî pêxemetî alîkarîkirina parastina dîrokê û vejandina aborê xwecihî û herwesa anîna geştyaran ji bo wê deverê hatiye terxankirin.
Wekî ku wê konsulxaneyê eşkere kiriye, Pamela Hak serdana Dêra xweşik û qeşeng a Reban Hormiz kir, ji bo zêdetir aşnabûnê li ser dîroka dûr û dirêj û rengîn a Kiristiyanan û tekezkirina pabendbûna Hikûmeta Amerîkayê bi piştevanîkirina Kiristiyanên Îraqê û civatên din, paşî çû Lalişê û bi rêberên Êzidiyan re civiya.
