• Friday, 13 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Birêvebera Ofîsa Herêmatiyê ya Sindoqa NYê kir

Mesrûr Barzanî pêşwaziya Birêvebera Ofîsa Herêmatiyê ya Sindoqa NYê kir

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Birêvebera Ofîsa Herêmatiyê ya Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Şêniyan kir û di civînekê de tekez kir ku pêdivî ye serhijmêrî tenê ji bo hizra pêşxistina şêniyan be û dûrî her armanceke siyasî be.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 13.06.2024 pêşwaziya Birêvebera Ofîsa Herêmatiyê ya Sindoqa Neteweyên Yekbûyî ya Şêniyên Welatên Erebî Leyla Bekir kir.

Di wê civînê de, danûstandin li ser kar û piroje û çalakiyên Sindoqa Neteweyên Yewkgirtî ya Şêniyan li Iraq û Herêma Kurdistanê di warên pêşxistina şiyanên bicihanîna amar û serhijmêriya şêniyan de hatin kirin, xasma ku biryar e di Mijdara îsal de serhijmêriya giştî li Îraqê bê kirin.

Pêşxistina alîkarî û hevahengiyên navbera aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî li gel Sindoqa NY ya Şêniyan re hat tekez kirin, pêxemetî biserxistina piroseya serhijmêriyê ku pêdivî ye tenê ji bo merema pêşxistina şêniyan be û bi awayekî dadperwerane û dûrî her armanceke siyasî bê kirin.

 

Top