• Friday, 13 February 2026
logo

Pêşmerge û Hêzên Leşkerî yên Holandayê danûstandinan li ser alîkariyan dikin

Pêşmerge û Hêzên Leşkerî yên Holandayê danûstandinan li ser alîkariyan dikin

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg û Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê danûstandinan li ser alîkariyên Hêzên Hevpeymanan û Holandayê ji hêzên Pêşmergeyan re dikin.

Wezareta Pêşmerge îro 13.06.2024,  parve kiriye ku Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg Ferîq Rukin Îsa Uzêr bi Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê Kolonel Walter re civiya.

Li dû ragehandina Wezareta Pêşmerge, di wê civînê de danûstandin li ser mijarên hevpar ên navbera Wezareta Pêşmerge û TÎma Leşkerî ya Holandayê li Herêma Kurdistanê tevî pirsa çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge û pêngavên wê piroseyê hatin kirin.

Tevî wê yekê jî, alîkariyên Hevpeymanan ji bo hêzên Pêşermgeyan mijarên pareke din a danûstandinên wê civînê bûn û her du aliyan bi giringî ve behsa wê pirsê kir.

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg û Şêwirmendê Bilind ê Leşkerî yê Holandayê li Herêma Kurdistanê tekez li ser berdewamîdana bi peywendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û TÎma Leşkerî ya Holandayê li Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Erkanên Wezareta Pêşmerg berheviya xwe ji bo zêdetir alîkarî û hevahengiyê bi merema pêşxistina peywendiyên navbera hêzên Pêşmergeyan û hêzên leşkerî yên Holandayê diyar kir.

 

 

\Basnews

Top