Li Qamişloyê teqîn çê bû
Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Huner Ehmed ragihand, teqîn li nav bazara Qamişloyê rû daye û bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan.
Heta niha derbarê qurbaniyan de ti zanyarî nehatine zanîn.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, hêzên Asayişê û ewlehiyê, tevî tîmên hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê û rewş kontrol kirine.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.
Ev teqîn di demekê de ye, ku piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, rewşa bajarê Qamişloyê aramtir bibû.
Rudaw
