Karwaneke supayê Rusya ber bi Kobanê ve diçe
Kenala Rt ya Rusyayê belav kirîye, çûna evê karwan hêzên Rusya bo Kobanê di çarçoveya rêkkevtina duhîye di navbera Tirkiye û Rusya de.
Li gor rêkkevtinê hêzên Kurdî bi kûrahîya 30 Km ji sinûrê Tirkiyê dûr dikeve.
Her yek ji Girê Sipî, Serê Kanîyê û Kobanê dikevin di nav sinûrê ewê devera aram de ku Tirkiye û Rûsya li ser rêkkevtin e.
Hevdem hêzên Rusya ber bi wan deveran diherin ku dikevin bin destên HSDyê û di dema 150 demjimêran divêt HSD û YPG ji tevaya deverên sinûrê devera aram xwe vekişîne.
Dûv re jî, wezîrê derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu, evro bi Ajnas a nûçeya Anadol a Tirkiyê ragehandîye, rêveberîyeke xweser li devera aram dihêt durist kirin û desthilat li wan diveran radestê ereban dihêt kirin.
Çawîşoglu got jî: Heke Kurd li wan deveran hebin, wan jî dê pişikdar bikîn di rêveberîyê de.
K24
