• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê civîyan

Gulan Media October 23, 2019 Nûçe
Serok Barzanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê civîyan
Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Jon Wilks Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê jî amade bû, Balyozê Brîtanya palpiştiya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û amadehiya welatê xwe ya ji bo zêdetir pêşxistina peywendiyên li gel Kurdistan û Iraqê ragihand.

Li hevdîtinê de bi hûrî rewşa Rojava û hatina lehiya nû yê penaberan li Sûriyê ji bo Herêma Kurdistanê xiste ber behs û her dû alî dijayetiya xwe ji bo egera guherîna demografya li wê navçeyê ragihand û ji bo wê jî wê yekê bi baş zanî ew penaber ji tirsa şer navçeyên xwe bi cîh dihêlin.

Her li vê hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û emnî ya Iraqê kirin û her dû alî hevrê bûn ku pêwîste daxwaziyên rewayên hemwelatiyan bêne bi cîhkirin û projeya xizmetguzariya li navçeyên navîn û Iraqê bêne bi cîhkirin û rewşa jiyana xelkê bê baştir kirin.

Serok Barzanî tekez kir ku nabê rê bidin wan şaşî û kêmasiyên berê û bixin stûyê hikûmeta niha ya Iraqê û ewên ku bi xwe sedema gendelî û kêmasiyan bûne siwarê lehiya neraziya xelkê bin û bixwazin ziyanê bi kabîneya Dr Adil Abdulmehdî bigihînin.

Top