• Thursday, 12 February 2026
logo

Kongresa Amerîkayê sozên baş dane Rojavayê

Gulan Media October 22, 2019 Nûçe
Kongresa Amerîkayê sozên baş dane Rojavayê
Sanatorên Amerîkî sozên gelek baş didin Rojavayê
Di çarçoveya civîn û hevdîtinên xwe yên li gel Senatorên Amerîkî de, Hevseroka civata demokratîk ya Sûriyeyê Ilhan Ehmed duhê li gel hijmareke din ji Senatorên demokrat û komarî li kongresê civiya.

Di civînan de kongresmanên Amerîkî jî Ilhan Ehmed re diyar kirine ku Tirkiye ne cîhê baweriyê ye, Amerîka pişt li Kurd nekiriye û vê berdewam be li ser karên hevbeş li gel Kurdan.

Kongresmanên Amerîkî herwiha diyar kirine ku vê gelek tiştên baş bo Kurdên Rojavayê çê bibin û Amerîka ewlekariya devera aram diparêze.

Ev Senatorên han herwiha diyar kirine ku vê navçeya aram li gorî daxwazên Tirkiyeyê çê nebe û Amerîka hewl bo damezrandina navçeyeke bêçek dide û ewlekariya navçeyê jî ji aliyê hêzên cîhanî ve tê parastin û ti roleke Tirkiye û cîhadiyan tê de nabe û asmana deverê jî ji aliyê Amerîkayê ve vê were parastin.

Top