Civînên şanda Kurdistanî li St. Petersburg berdewamin
Kurdistan û St. Petersburg fêde ji ezmûna hev û du werdigirin.
Şanda Kurdistanî yaku, bi Serokatiya Serokê komîteya hêlbirînê Mihemed Şikor bi mebesta beşdarî kirin di forma abûriya St. Petersburg çûye Rûsyeyê, civîn û hevdîtinên xwe yên li gel nunerên welatên din yên beşdar di vê formê de berdewamin.
Di vê çarçoveyê de şanda herêma Kurdistanê li gel rayedarên herêma St. Petersburg civiyaye û di civîna han de giftûgo derbarê têkiliyên navbera herêma Kurdistan û St. Petersburg û çawetiya bihêztir kirina wan têkiliyan hatiye kirin.
Her di heman civînê de her du alî nîqaş li ser çawetiya wergirtina fêde ji ezmûnên xwe di warê cuda cuda de kirine.
