Oland: Ewên me ne dixwazt li Suriyê serkevin; ew serkevt in
Di dîdarekê de li gel Ajansa Nûçe ya Firans Pirês de, Oland gotî ye, çi rûda di vê qonaxê de, ku milmlanê ya Suriyê de, bi qonaxa dawîyê dihêt navkirin. Bêguman ew serkevtin ewên me ne dixwazt serkevin, rêjêma Beşar Esed, Tikiye ku bi rastî dixwaze hevpeymanên me yên Kurd ramale û nehêle, Viladîmêr Potin ku bi serbazên xwe ve hat aştîyê berdest bike, lê li gel Îranîyan piştîvanîya rijêma Esed kir û ji herftinê rizgar kir.
Serokê berê yê Firansayê dibêje: Hevpeymanîya welatên rojava ku piştîvanî ji mafên maf jê zeftkirî dikirin û ez jî yek bûm ji wan serkirdeyên sereke, me li gel Kurdan Daiş ji nav bir, lê niha Hevpeymanên me yên Kurd dihên derkirin ji wan deverên ku kontirol kiribûn û dijminên wan jî dibînîn ku Daişîyan ji kempan rizgar dikin daku careka din xwe rêk bixin.
Di wê dîdarê de, ku ajansa Firansî bi helkevta çaokirina pertûka (Bersiva Kirîza Demokratîyê)n li gel Firanswa Oland encam dabû û biryare roja Çarşembîya dahatî bihêt belavkirin, serokê Firansayê gotîye: Niha dema wê yekê ye daxwaz ji serokê Emerîkayê bikîn daxuyanîyê bide, nemaze jî derbarê hevrikîyê ku sedma kirîzên cuda di navebra berjwendîyê Emerîka û berjewendîyên me de.
Rudaw
