• Friday, 13 February 2026
logo

Dr. Sebah Subhî: Hin partî ser ve daxwaza mûçeyê xelkê dikin û bin ve jî ji Bexdayê re dibêjin mûçe neşîne

Dr. Sebah Subhî: Hin partî ser ve daxwaza mûçeyê xelkê dikin û bin ve jî ji Bexdayê re dibêjin mûçe neşîne

Endamê fraksiyona PDKê li encûmena nûnerên Iraqê radigehîne hin aliyên siyasî li Kurdistanê di dema tengaviyê de li gel neyarên Kurdistanê bûn li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevdigeriyan, lê kabîneya nehem pirsgirêkên li gel Bexdayê anîn asta sifirê, ji ber wê jî alternatîfê wan partiyan tine.

Duh 09.06.2024ê di dema gotarekî di merasîma vekirina kompanya û navena Eagle Post li bajarê Hewlêrê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand: ‘’Spas û pêzanînên min heye ji bo hemwelatiyan û bi taybetî jî mûçexwarên Herêma Kurdistanê ku piştevan bûn û sebir kirin û berxwedêrbûn li hember planên hin kes û aliyan ên ji bo hizra xwe taybet û dixwestin Herêma Kurdistanê bi wê yekê lewaz bikin, ku daxwaz bikin mûçe û budceya Herêma Kurdistanê li ser parêzgehan bê dabeş kirin. Berxwedana we wisa kir ku ew plan sernekevin û em bi berdewamî li gel Serokwezîrê Hikûmeta Federal a Iraqê di peywendiyê de bûn û em geheştin qonaxa dawiyê. Hêvîdarim me karîbe di xizmeta we ya xoşdivî de kareke wisa bikin ku mijara budce û mûçe bi awayekî bingehî hatibe çareser kirin.’’

Vê derbarê de endamê fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Sebah Subhî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Di sala 2014ê de hin partiyên siyasî budceya Kurdistanê têkelî siyasetê kirin. Hewldan şiyana xelkê Kurdistanê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tehrîk bikin û palbidin, lê bi keyfxweşî ve hikûmeta Herêma Kurdistanê tişta li ser milê wê bû li beramber Bexdayê pêkanî, ji bo ku mafên darayî yên xelkê Kurdistanê bên dayîn. Spas ji bo xelkê Kurdistanê ku rewşa Kurdistanê li berçav girtin û baş dizanin ew plana ku heye li dijî pêkhateya Kurdistanê ye, ji bo wê jî xelkê piştevaniya kabîneya hikûmetê û piştevaniya Serokwezîr kir. Herî dawiyê jî îradeya Mesrûr Barzanî û hikûmet û xelkê Kurdistanê serkeft û karê wan grub û taximan jî diyar bû û wan wisa kir ku nerazîbûn li dijî hikûmeta Herêma Kurdistanê derkevin pêş.’’

Herwaha got: ‘’Tişta hate serê xelkê Kurdistanê, eger li naverast an jî xwarê Iraqê pêkhatiba, nedikarîn mehekê jî berxwebidin, lê mûçexwarên Kurdistanê berdewam berxwedêr û piştevanê hikûmetê bûn, ku rê nedan nehezan, ku tewîz ji bo ti kesekî neyê dayîn, ku Herêma Kurdistanê lewaz bike û plana nehezan ew bû ku mûçe ji dest Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê derxistin û desthilata darayî ji dest Herêma Kurdistanê bê wergirtin û bikeve dest parêzgehan, lê plana wan şikest xwar. Belge ber destê me hene ku hin aliyên Iraqê hewldane sîstema federaliyê têkbidin û wek parêzgehekî danûstanê li gel parêzgehên Herêma Kurdistanê bikin, lê bi keyfxweşî ve hikûmeta Serokweîrê Kurdistanê hewl û rol û rêveberiya PDKê karî desthilatbin li ser hemû plangeriyên li dijî Kurdistanê.’’

Parlamenterê PDKê li Bexdayê got: ‘’Kabîneya nehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê, kabîneya sifirkirina wan pirsgirêkên li gel Bexdayê ye û ji bo bidestanîna mafên darayî yên Herêma Kurdistanê serkeftiye. Bê ku tawîzê li ser ti mafekî bide, serkeftiye û ev serkeftine jî mezin e û nîşana bihêziya kabîneyê ye. Mixabin hin aliyên Kurdistanê hewldane li dû wî bayî bikevin ku li dijî Kurdistanê ye û YNK û hin partiyên din jî hewldan li dijî Kurdistanê li gel neyaran bin, lê hewldanên wan têkçûn û şikestin.’’

Herwaha got: ‘’Divê mûçexwarên Kurdistanê bizanin, tenê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û tîma PDKê li hikûmeta Herêma Kurdistanê xemxwarê rasteqîn in, bê qîrewîra çapemeniyê û bi bêdengî kar ji bo çareserkirina yekcarî ya pirsgirêka mûçe dikin û waye berhemê wê jî derdikevin, lê hin partî ji ser ve daxwaza mûçeyê xelkê dikin û bin ve jî ji Bexdayê re dibêjin mûçe neşînin.’’

 

Basnews

Top