• Thursday, 12 February 2026
logo

Serok Barzanî bo pirsa Rojava peyamek ji Rûsyayê ra şand

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Serok Barzanî bo pirsa Rojava peyamek ji Rûsyayê ra şand
Serok Mesûd Barzanî bo rewşa Rojavayê Kurdistanê peyamek ji Rûsyayê ra peyame şand.

Cîgirê Serokê Parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî ji ser facebookê aşkere kir ku îro roja dûşemê 21-10-2019an serdana Konsolxaneya Giştî ya Rûsyayê li Herêma Kurdistanê kiriye û ligel Konsolê Rûsyayê yê Herêma Kurditanê Oleg Levin civiyaye.

Herwiha Hêmin Hewramî ragihandiye di wê serdanê da wî peyamek taybet a Serok Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê bo berpirsên bilind ê Rûsyayê giyandiye Konsolxaneya Rûsyayê li Herêma Kurdistanê.

Ji ber êrîşên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê bi hezaran hemwelatiyên kurd li Rojavayê Kurdistanê cî û warên xwe bi cî hiştin bi sedan hemwelatiyên sivîl şehîd bûn û bi hezaran hemwelatî jî birîndar bûn.

Roja çarşemê 09-10-2019an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan fermana êrîşê bo ser Rojavayê Kurdistanê derxistibû û firoke û topxaneyên Tirkiyê dest bi bordûmana bajarên Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Herwiha artêşa Tirkiyê jî ligel komên çekdar ê opozîsyona Sûriyê jî dest bi operasyona bejayî kiribûn.

Basnews
Top