Serokê berê yê CIA: Amerîka xiyanet li kurdan kir! “Em êdî nikarin bêjin tenê çiya ne dostên kurdan in!”
Serokê berê yê CIA, David Petraeus li ser vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê ji televîzyona CNN re gotiye, Amerîka bi vê yekê hevpeymanên xwe yên kurd tenê hîşt. Wan di şerê DAIŞê de zêdetirî 10 hezar kuştî dan.
David Petraeus, ku demekî jî fermandeyê hêzên navendî yên artêşa Amerîka (CENTCOM) bû, her wiha gotiye, bi derketina hêzên Amerîkî ji Sûriyê, DAIŞ dê firsenda wê yekê bibîne dîsa xwe bihêz bike, ev jî tê wê wateyê ku şer xilas nabe û ew serkeftina ku li hember DAIŞê bi dest hatibû, stratejîk nîne.
Wî generalê Amerîkî daye xuyakirin ku Amerîka bi eşkere xiyanet li kurdan kir û gotiye, dema çûbû Mûsilê kurdan jê re gotibûn “tu dizanî general! Tenê çiya dostên kurdan in” wî jî ji wan re gotibû “Na na! êdî Amerîka jî dostê we ye!” Lê êdî ew niha nikarin vê yekê ji general Mezlûm (fermandeyê giştî yê HSDê) re bêjin!
Basnews
