Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê: Tişta li Parlamentoya Iraqê tê kirin tewaneke mezin ê li dijî Kurdên Êzdî ye
Berdevkê Encûmena Êzdiyên Sûriyê Serhan Îsa ragehand, tişta li Parlamentoya Iraqê tê kirin tewaneke mezin a derbarê pêkhateya kurd a herî kevin li navçeyê û daxwazê li Encûmena Ruhanî ya Êzdî kir helwêst diyar bike û hemû navend û navendên taybet Kurdên Êzdî bi amadebûna Encûmena Ruhanî de bicive û li dijî wê plana metirsîdar raweste.
Serhan Îsa îro 08.06.2024ê ji BasNewsê re ragehand, armanca wî tiştê ku tê kirin nehiştina nexşeya siyasî û erdnîgarî ya Kurdên Êzdî ya li navçeyê ye û herwaha hilweşandina nasnameya olî û netewî ye û bi bahaneyên bê bingeh û bê ku dîroka wan li ber çav bê girtin destwerdan li karûbarên Kurdên Êzdî ye.
Herwaha got, rexne ne tenê li ser wê hejmara parlamenterî nîne ku îmza li ser daxwazekî kiriye, ya mirov diêşîne destê du aliyên siyasî yên kurd di wî tewanî de heye, herwaha li gel çend nivîskar û rewşenbîrên Êzdî jî.
basnews
