Îran: Binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li bakurê Sûriyê nayê qebûlkirin
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, Ebas Mûsewî diyar kir, ku damezrandina binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê nayê qebûlkirin, ji ber ku damezrandina binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li Sûriyê serweriya wî welatî binpê dike.
Mûsewî daxwz ji Tirkiyê kir, ku divê pirsgirêk bi rêya tedbîrên dîplomatîk bêne çareserkirin.
Bi gotina Mûsewî, herwiha divê operasyona leşkerî ya Tirkiyê di çarçoveya rêkeftinê de jî bi dawî bibe.
Piştî destpêkirina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, ku welatê wî dixwaze 12 binkeyên leşkerî li navçeya aram a li nav axa Rojavayê Kurdistanê (li bakurê Sûriyê) ava bike.
Erdogan herwiha hişyariyek tund dabû hikûmeta Sûriyê, ku eger ew şaşîtiyekê bike Tirkiye dê bersivek giran bide wî welatî.
Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye. Roja 17ê mehê jî Amerîka û Tirkiye li ser rawestandina şer û agirbesteke demkî ya 5 rojî li Rojavayê Kurdistanê li hev kirin.
Li gor wê rêkeftinê divê HSD bi kûrahiya 32 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr bikeve û hêzên xwe vekişîne.
Rudaw
