• Friday, 13 February 2026
logo

Li Mereşê erd hejiya!

Li Mereşê erd hejiya!

 Li navçeya Goksûnê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Goksûnê erdhejekê rû daye.

Li gorî AFADê, erdhejê demjimêr 06:31ê rû daye û hêza wê 4,3 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,0 kîlometre bûye.

Heta niha li ser ziyanên erdhejê ti daxuyanî nehatine dayîn.

 

Rudaw

Top