Tirkiye:360 hezar penaberên Sûrî ji Tirkiyê vegerîyane navçeyên li bin destê artêşa Tirkiyê
wezîrê derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawîşoglu ragehand, ku 360 hezar penaberên Sûrî ku li Tirkiyê diman, vegerîyane navçeyên mertala Firatê û bajarê Efrînê, ku niha li bin destê artêşa Tirkiyê û grupên ser bi wê ve ye.
Herweha Oglu got: Hevdem ku Tirkiyê dixwazt navçe ya aram li Sûriyê ava bike, Emerîka piştevanîya Kurd dikir. Wezîrê derveyê Tirkiyê amaje jî kir, ku 35 demjimêr mane ku dema rêkeftina rawestandina şer bi dawî bihêt, Heke HSD xwe ji wan navçeyên destinîşankirî nevekşîne, careka din dest bi êrîşên xwe dê bikin.
Biryare sube, serok kumarê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan û serokê Rusya Viladîmêr Potin li Soçî biçvin û rewşa rojavaya Kurdistanê gotûbêj bikin.
K24
