• Thursday, 12 February 2026
logo

Pompeo: Pakkirina etnîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê rû nade

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Pompeo: Pakkirina etnîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê rû nade
Wezîrê Derve yê Amerîkayê ragihand, li wan navçeyên ku dikevin jêr kontola Tirkiyê, êrîşî ser pêkhateyan nayê kirin û tekez kir, “pakkirina etnîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê rû nade.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, Mike Pompeo di çavpêkevtinekê de li gel kanala ABC News a Amerîkî piştgirî li rêkeftina welatê xwe û Tirkiyê ya derbarê ragihandina agirbestê li Rojavayê Kurdistanê dike û amaje bi wê yekê dike, ku ragihandina wê agirbestê pêngavake baş bû û bi gotina wî, niha dema cîbicîkirina rêkeftinê ye.

Mike Pompeo dibêje: “Li gel Cîgirê Serok me serdana Tirkiyê kir, piştî ku Tirkiyê li dijî xwesteka Trump biryar da biçe nav Sûriyê. Me daxuyaniyeke hevbeş belav kir, ku em di vê baweriyê de ne, jiyana gelek ji xelkê diparêze. Heta niha ev rêkeftin kar pê hatiye kirin, lê belê gelek kar mane ku divê bêne kirin, bo dirêjîdan bi cîbicîkirinê û em geşbîni ku dê were cîbicîkirin.”

Bi gotina Pompeo ti core pakkirineke etnîkî li bakurê rojhialtê Sûriyê çênabe û di vê bareyê de dibêje: “Pakkirina etnîkî li bakurê rojhilatê Sûriyê çênabe û me ev yek bi zelalî ji Serokomarê Tirkiyê re gotiye. Ev rastî di daxuyaniyê de jî tê dîtin û bi kêmanî sê paragrafên vê daxuyaniyê jî piştrastiyê didin ku êrîşî pêkhateyan nayên kirin, li wan navçeyên ku dikevne jêr desthilata Tirkiyê di navbera Serê Kaniyê û Girê Spî û cihên din jî.”

Pompeo dide xuyakirin, ku “armanc ji vê pêngava me ragihandina agirbestê û hebûna navçeyeke aram e” û tekez dike, ew yek dibe sedema rizgarbûna jiyana xelkê û her ew yek jî armanca wan a çûna bo Enqerê bû.

Bi gotina Wezîrê Derve yê Amerîkayê, niha dema wê yekê ye ku pabendbûn û bendên rêkeftinê bêne cîbicîkirin.

Şeva pêncşemiya bihorî 17ê Cotmeha 2019an, piştî civîneke dûr û dirêj a Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê wî welatî Mike Pompeo li gel Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayyip Erdogan, her du alî ji bo rawestandina şer û agirbesteke demkî li Rojavayê Kurdistanê rêkeftinek kirin.

Rudaw
Top