• Friday, 13 February 2026
logo

Parêzgarê Hewlêrê: Bazara Qeyserî dê bi bahayê 5.3 milyar dînaran ve bê nûjenkirin

Parêzgarê Hewlêrê: Bazara Qeyserî dê bi bahayê 5.3 milyar dînaran ve bê nûjenkirin

 Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragehand, bazara Qeyserî bi bihayê 5.3 milyar dînar tê nûjenkirin. Da zanîn jî, bi Banka Cîhanê re jî lihevkirinek hatiye kirin ku deynên bê faîz bidin kasibkarên ku dixwazin deyn bikin

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 08.06.2024ê di civîneke çapemeniyê de ragihand, mixabin 5ê meha borî beşek ji bazara Qeyseriyê şewitî û ziyaneke madî ya mezin derket.

Xoşnaw got: “Roja piştî bûyerê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî serdana cihê bûyerê kir û guhdariya xelkê bazarê kir û soz da ku çi ji destê hikûmetê bê, dê bike. Em jî spartin ku hêsankariyan ji kasibkaran bikin, ku di demekî kurt de dest bi karên xwe bikin.

Parêzgarê Hewlêrê got, gelek biryar ji bo wan kesên ku li bazarê kirêdarên hikûmetê ne, hatine derxistin, di nav wan de jêborîna kirêya salekê, herwiha lêxweşbûna ji pareyên tabloyan û berhevkirina çopê jî ji sedî 50 ji bacê ji bo sala 2023an û ji sedî 100 ji bo baca 2024an.

Umêd Xoşnaw ragehand: rêkeftin bi Banka Cîhan re hatiye kirin, deyn û qerên bê faîz bidin esnaf û kasibkarên dixwazin deyn bikin, ji bo wî ew dikarin serdana parêzgeha Hewlêrê bikin û piştevaniya ji bo wergirtina deynan werbigirin.

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, bazara Qeyseriyê dê bi bihayê 5 milyar û 300 milyon dînar were nûjenkirin.

Şeva 5ê Gulana 2024an agir bi bazara dîrokî û kulturî ya Hewlêrê (Bazara Qeyserî) ket û 227 dukan û 7 komkeh şewitîn û 132 kes jî birîndar bûn.

 

 

Basnews

Top