4 miliyon oldar li Kazimiyene
Salvegera şehadeta Îmam Cewade.
Li gor daxuyaniyeke îdareya cîhên pîroz yên Kazimiye, bi mebesta beşdarî kirin di merasîmên salvegera şehadesta Îmam Cewad, di nava çend rojên derbasbûyî de zêdetir ji 4 miliyon oldar ji Îraqê û derveya Îraqê serdana Kazimiye kirine.
Di daxuyaniya han de hatiye diyar kirin ku, 3 hezar kes jî bi awayeke dilxwaz hem weke hêzên ewlekarî û him jî weke hêzên hawar hatinê xizmetgozariyên curbicur pêşkêşî wan oldaran dikin ku, çûne Kazimiye.
