Artêşa Îsraîlê amadekarî ji bo êrîşeke berfireh a ser milîsên Iraqê dike
Îsraîl amadekariyê ji bo êrîşeke berfireh li ser grubên çekdar ên Iraqê dike. Amerîka jî nîgeraniyên xwe yên ji bo êrîşên milîsan li ser Îsraîlê ji serokwezîrê Iraqê re ragehandiye.
Heftiya borî grubên çekdarên Iraqê gelek êrîş li ser Îsraîlê pêkanîn û duh Amerîkayê derbarê êrîşan de Iraq hişyar kir.
Çavkaniyên hikûmetê û siyasî vê derbarê de ji rojnameya Şerqe El Ewset re ragehandin ku di demekî nêzîk de êrîşeke nedihate bendewarî kirin dê li ser wan grubên çekdar bê kirin.
Heman çavkaniyê navê wan grubên ku êrîş li ser bê kirin aşkera nekiriye.
Li gor raporta çapemeniya Îsraîlê, artêşa Îsraîlê mijûlê planê ye ji bo ku êrîşeke berfireh li ser grubên çekdar ên Iraqê pêkbîne.
Herwaha çavkaniyekî ji Çarçoveya Hemahengî ji bo rojnameyê ragehandiye, ji aliyên hegemon û beşbeşbûnê de cudayiyên zêde di navbera gruban de heye, ev jî peyame ji bo Îranê û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo wê jî êrîş berdewam dikin.
Di heman raportê de ku xwe dispêre du çakvaniyên din jî û li gor wan çavkaniyan jî Îranê niyet heye ku êrîş û şer ragire û ew jî bi avabûna du dewletan di paşerojê de, ku gruban jî bi wî awayî ji êrîşan biparêze.
Basnews
