• Thursday, 12 February 2026
logo

Boris Johnson ligel Erdogan qise kir

Gulan Media October 21, 2019 Nûçe
Boris Johnson ligel Erdogan qise kir
Serokwezîrê Brîtanya Boris Johnson û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan peywendiyeke telefonî encam dan. Tê çaverêkirin Serokê Fransayê Emanuel Macron, Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Boris Johnson ligel Erdogan bicivin.

Nivîsîngeha Johnson îro yekşemê 20-10-2019an di daxuyaniyekê de got ku Johnson û Erdogan“erê kir li dor peydakirina derfeteka kombûnekê li gel Serokê Frensa Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel ji bo guftûgokirina rewşa niha û her wiha pirsgirêkên berfereh ên rûbirûbûna dijî terorê û pêlên koçberiyê.”

Johnson rêkeftina bi navberiya Amerîka wek gavek ber bi aliyê rast ve wesif kiriye lê her wiha xemên mezin li dor operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Sûriyê hene.

Hêzên kurdên Sûriyê dibêjin hêzên Tirkiyê û alîgirên wan ên opozisyona Sûriyê di 24 demjimêrên borî de berdewam bûn di êrîşa li dijî wan de.

Basnews
Top