• Thursday, 12 February 2026
logo

DAIŞê 6 gavan qetil kirin

Gulan Media October 20, 2019 Nûçe
DAIŞê 6 gavan qetil kirin
Rêxistina terorîst DAIŞê di nava du rojan da li Kerkûkê 6 gavan qetil kirin.

Peyamnerê BasNewsê li Kerkûkê aşkere kir DAIŞê li sînorê bajarê Kerkûkê 6 gavan qetil kir. Ligor zanyariyên BasNewsê ji hêzên emnî yên Kerkûkê wergirtine DAIŞê dest bi tevgerê kiriyê li herêmê.

Çavkaniyeka hêzên emnî ya Iraqê ji BasNewsê ra aşkere kiriye DAIŞê li navçeya Daqûq, herwiha Dûbiz û herêma Hadî Cewa dest bi tevgerê kiriye û wan çend ambarên wê rêxistinê yên çekan jinavbirine.

Heman çavkaniyê da zanîn ku wan li herêma Yayçî ya Kerkûkê 5 gavanên serjêkirî dîtine û gumana wan li ser wê yekê ye ku DAIŞê ew encam dabe.

Berpirsê Partiya Kedkarên Kurdistanê Belên Abdullah jî ji BasNewsê ra da zanîn ku bi nebûna Pêşmergeyan rê liber bihêzbûna DAIŞê vebûye û hebûna DAIŞê metirsiyeke mezine bo xelkê sivîl.

Herwiha Belên Abdullah amaje bi wê yekê jî kir ku Heşda Şabî jî li Kerkûkê dest bi guherîna demografiyê kir û gelek malbatên ereb anîn herêmê û ew yek jî bûye sedem ku DAIŞ careka din zindî bibe.

Basnews
Top