• Thursday, 12 February 2026
logo

Rêveberiya Xweser: Ji dema ragihandina agirbestê 17 sivîl şehîd bûne

Gulan Media October 20, 2019 Nûçe
Rêveberiya Xweser: Ji dema ragihandina agirbestê 17 sivîl şehîd bûne
Rêveberiya Xweser îro di konferanseke rojnamevanî de li Hesekê ragihand, piştî derbasbûna du rojan li ser agirbesta hatiye ragihandin, lê hîna artêşa Tirkiyê û mîlîşyayên ser bi wê ve pabendî agirbestê nebûne.

Da zanîn jî, ta niha êrîşên esmanî û bejahî li Serê Kaniyê derdora wê berdewam in û ji dema ragihandina agirbestê û heta niha 17 kesên sivîl şehîd bûne û 24 sivîl jî birîndar bûne û hejmarek jî di bin avahiyên rûxandî de mane, ji ber êrîşê jî tîmên hawarhatinê û bijîşkî nikarin bigihin Serê Kaniyê ta ku birîndaran derbixînin.

Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî, Netewên Yekgirtî û Amerîka kir, fişarê li Tirkiyê bikin ta ku pabendî agirbestê bibe û rê bê dayîn karîdoreke mirovî bê vekirin û welatiyên dorpêçkirî û birîndar bên derxistin.

Herwiha Hevserokê Desteya Tenduristiyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir jî, ji destpêka êrîşa artêşa Tirkiyê li ser gund û bajarên Rojavayê Kurdistanê û ta niha 235 sivîl şehîd bûne, jê 22 zarok in û 677 sivîl jî birîndar bûne û bi sedhezaran kes koçber û derbider bûne.

Di konferansê amaje bi wê hate kirin, 42 dibistanên Hesekê bi koçberan hatine dagirtin û ji ber vê rewşê perwerde hatiye rawestandin û herwiha ew bi kareseteke mirovî re rûbirû ne.

K24
Top