Li Îranê 80 kes ji bo Serokomartiya Îranê bûne berbijêr
Li Îranê 80 kesan xwe ji bo helbijartinên Serokomartiya Îranê wek berbijêr nîşan dane û di 7 rojan de encûmena parastina destûrê dê berbijêran zelal bike û roja 11ê mehê wezareta navxwe ya Îranê ew berbijêrên ku hatine pejirandin dê ragehîne.
Deriyê berbijêrbûna ji bo peywira serokomartiya Îranê hat daxistin û heta duh 80 kes bûn berbijêrê Serokomartiya Îranê.
Berbijêrên herî diyar waha ne; Serokomarê berê Mehmûd Ehmedî Nejad, Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf, parlamentera berê Zehre Elhiyan ku yekem jine ji bo berbijêrtiya Serokomartiya Îranê bûye berbijêr û wek keseka nêzîk Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyî tê zanîn.
Roja 30ê Gulanê nav tomarkirina berbijêran ji bo helbijartina dema 14emîn a Serokomartiya Îranê dest pê kir û 5 rojan berdewam kir.
Piştre jî encûmena parastina destûrê dê 7 rojan de berbijêran zelal bike û roja 11ê Hezîranê berbijêrên ku hatine zelal kirin dê ji aliyê Wezareta Navxwe bên ragehandin.
Piştre jî ji roja 12ê mehê heta 26ê Hezîranê bangeşeya helbijartinê dest pê dike û 27ê mehê jî dawî bi bangeşeyê tê û roja 28ê Hezîranê jî dê helbijartin birêve biçe.
Roja 19.05.2024ê helîkoptera Serokomarê Îranê û Wezîrê Derve yê Îranê û du berpirsên payebilind ên parêzgeha Azerbeycan a rojhilat jî li gel bûn û li bakurê wê parêzgehê û li navçeyekî çiyayî û li nav daristanekî de ket xwarê û hemûyan jiyana xwe ji dest da.
Piştre jî Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xamineyê bi fermî ragehand, Cîgirê Serokomoarê Îranê Mihemed Muxbîr li gor madeya 131 a destûrê desthilata Serokomartiyê werdigre, herwaha divê di heyama 50 rojan de helbijartinên Serokatiya Komarê li wî welatî birêve diçe.
Basnews
