Karwanê dawî yê Heciyên Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdî bi rê dikeve
Biryare îro 04.06.2024ê demjimêr 09:00ê karwanê dawî yê heciyên Kurdistanê bi rêya her du balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ve ber bi Erebistana Siudiyê bi rê bikevin.
Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê ragehand, “Karwanê dawiyê yê heciyên Kurdistanê bi rêya her du balafirxaneyên navdewletî yên Hewlêr û Silêmaniyê ve ber bi Erebistana Siudî bi rê dikevin.”
Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê Karwan Stûnî ji aliyê xwe ve ragehand, “Niha 4340 heciyên Kurdistanê gehiştine nav axa Erebistana Siûdî û îro jî karwanê dawiyê bi rê dikevin ku hejmara wan jî dibe 345 hecî.”
Herwaha hat eşkerekirin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji nêz ve û bi giringî çavdêriya proseya hecê dike û hemî bizavan dike ku bi awayekî baş xizmeta heciyan bike.
Berdevkê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê ragehand, “Rewşa heciyan gelek baş e û hemû bi silamet in. Her roj tîma tendirustiyê, ku ji 21 bijîşk û karmendên tendirustiyê pêk tê, çavdêriya tendirustiya heciyan dike û heta niha çi heciyên Herêma Kurdistanê ji bo nexweşxaneyên Erebistana Siûdî nehatine veguhastin û hemû bi silamet in.”
Birêveberê Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê û Serpereştê Proseya Hecê ya Îsal Şêx Niyaz Raxib Neqşebendî duh 03.06.2024 geheşt Erebistana Siûdiyê.
Çûna Birêveberê Birêveberiya Giştî ya Hec û Umreyan a Herêma Kurdistanê ji bo Erebistana Siûdiyê di demekê de ye ku niha piraniya heciyên Herêma Kurdistanê ber bi Erebistana Siûdiyê hatine şandin.
Basnews
