• Friday, 13 February 2026
logo

Rêveberiya xwandina kurdî li parêzgeha Kerkûkê 14 xwandevan xelat kir

Rêveberiya xwandina kurdî li parêzgeha Kerkûkê 14 xwandevan xelat kir

Duh 02.06.2024ê rêveberiya xwandina kurdî li parêzgeha Kerkûkê 14 xwandevanên pola 6 xelat kir, ku ji hemû dibistanên kurdî yên li Kerkûkê ji ezmûnên sala 2023 – 2024ê yekem bûn.

Rêveberê Xwandina Kurdî li Parêzgeha Kerkûkê Mamosta Kameran Elî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Salane wek xwandina kurdî, bi hevkariya Wezareta Perwerde ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê xelatê dide yekeman û rêjeya derçûnê li gor sala borî sedî 54 e, rêjeya xwandevanan û rêjeya derçûnê zêdetire ji xwandina erebî ku rêjeya wê sedî 48 hatiye tomar kirin.’’

 

Basnews

Top