Dûbiz: Erebên hawirde li gundekî hewl didin 400 donim zeviyên cotkaran dagir bikin
Erebên hewirde careke din êrîşî ser gundekî kurdan yê ser bi qezaya Dûbizê kirin û hewla dagirkirina 400 donim zeviyên çandinî yên cotkarên wî gundî didin.
Li gor agahiyan, îro yêkşemê erebên hawirde êrîşî ser gundê Çexmaxe ya ser bi qeza Dûbizê kirine û hewil didin ku dest daynin ser 400 donim zeviyên cotkarên wî gundî.
Herwaha hat zanîn ku li dijî hewla dagirkirina zeviyên çandinî yên gund, biryare cotkarên wî gundî li dijî Erebên hawirde û dadgeha Kerkûkê xwepêşandan bikin ku wek cotkar dibêjin ku dadgeha Kerkûkê hêsankariyê ji bo Erebên hawirde dike ji bo ku zeviyên çandiniyê yên gund, ji aliyê Ereban ve bê dagirkirin.
