• Thursday, 12 February 2026
logo

Serokê Konseya YE Tusk: Ev ne agirbest e, destberdan a Kurdan e

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Serokê Konseya YE Tusk: Ev ne agirbest e, destberdan a Kurdan e
Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Donald Tusk, rexne li rêkeftina di navbeyna Cîgirê Serokê Amerika Mike Pence û Serokomarê Tirkiye Receb Tayyib Erdogan de pêkhatî, kir.

Serokê Konseya Yekîtiya Ewrûpayê (YE) Donald Tusk, li Brukselê ligel Serokê Komisyona Ewrûpa Jean Claude Juncker konferansek rojnamevanî lidar xist. Tusk, rexne li rêkeftina Pence-Erdogan girt û diyarkir, ku: “Hêviya me ji bo bakurê-rojavayê Sûriye ne agirbestek tenê bi gotin bû”.

Tusk carek din bangewaz li Tirkiye kir Operasyona xwe demildest rawestîn e, rêzê li mafên mirov bigre, yasayên navdewletî bigre û anî ziman, ku: Ya di navbeyna Pence-Erdogan de hatî kirin ne agirbest, destberdan a Kurdan e.

K24
Top