• Thursday, 12 February 2026
logo

Demokratên Amerîkayê li dijî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ne li ser Rojava

Gulan Media October 19, 2019 Nûçe
Demokratên Amerîkayê li dijî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê ne li ser Rojava
Demokratên Amerîkayê li dijî rêkeftina di navbera rêveberiya Donald Trump û hikûmeta Tirkiyê de ne, ku ji bo ragihandina agirbestê li Rojavayê Kurdistanê hatiye kirin.

Seroka encumena nûneran ya Amerîka Nancy Pelosi û herwiha senatorê demokratan di Chuck Schumer di derbarê rêkeftina di navbera rêvebriya Trump û hikûmeta Enqerê de daxuyaniyeke hevbeş belav kirin.

Herdu serkirdeyên Demokratên Amerîkayê tekezî li ser wê yekê dikin ku dê Donald Trump şikestinê bîne.

Pelosi û Shumer herwiha bal kişandine ser wê yekê ku ew rêkeftin peyameke metirsîdar e bo hevpeyman û neyarên Amerîkayê, ji ber ku ev wê yekê nîşan dide ku gotinên Amerîkayê ne cihê baweriyê ne û wiha gotine: Serok Trump dê şikestinê bîne. Biryara serok bo rakirina cezayên li dijî Tirkiyê yên ji ber êrîşa hovane ya li ser hevbeşên me yên Kurd, li beramber agirbesteke cihê şermezariyê, bi awayekî ciddî baweriya siyaseta derve ya Amerîkayê ji nav dibe.”

Bi gotina wan siyasetmedarên Amerîkî, rêveberiya Trump her tişt teslîmî Tirkiyê kiriye bêyî ku Tirkiye sazişê bike. Ewê hefteya bê pirojeqanûna cezakirina Tirkiyê bixin dengdanê.

Amerîka û Tirkiyê duh şev ji bo rawestandina êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê rêkeftinek kirin.

Ji bo danûstandina bi Tirkiyê re, şandeke pilebilind a Amerîkayê ku ji Cîgirê Serokê Amerîkayê Mike Pence û Wezîrê Derve yê wî welatî Mike Pompeo û çend berpirsên din pêkdihat, serdana Enqerê kiribûn.

Basnews
Top