• Friday, 13 February 2026
logo

Li Afganîstanê qayîkek bin av bû, 20 kes mirin

Li Afganîstanê qayîkek bin av bû, 20 kes mirin

Qayîkek di çemê li vîlayeta Nangerhar yê Afganîstanê bin av bû û di encma de 20 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeyên çapemeniya Afganîstanê, berpirsê Enformasyon û Çandê a vîlayetê Karîşî Badlun ragehandiye ku qayîkek di çemê li navçeya Mamand Dara bin av bûye.

Badlun ragehand ku di bûyerê de 20 kesan jiyana xwe ji dest dane ku di nava wan de zarok û jin jî hene.

Herwaha ragehand ku xebatên lêgerîn û rizgar kirinê berdewam dike û heta niha 5 kes hatine rizgar kirin.

Di derbarê bin av bûna qayîkê de lêpirsîn hat destpê kirin.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Afganîstanê jî ragehand ku di wê qayîkê de 25 kes hebûne.

Top