Dixtorên Amerîkî: Ji ber êrişên Tirkiyê em nikarin derbasî Serê Kaniyê bibin
Tîmek dixtor û nojdarên Amerîkî û Heyva Sor ya Rojavayê Kurdistanê, ji bona rizgarkirina birîndaran xwastin derbasî bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê bibin lê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê nekarîn derbasî nav bajêr bibin.
Yek ji wan dixtoran bi navê David Youbang ragihand, ew niha li gundê Esediyê yê Serê Kaniyê ne lê ji ber êrişên artêşa Tirkiyê nikarin derbasî nav Serê Kaniyê bibin.
Li gorî agahiyan, otomobîlên nojdarên Amerîkî, ku endamên rêxistina Free Burma Rangers in, li bendê ne êriş bên sekinandin da ku derbasî nav bajêr bibin.
Ev di demekî de ye ku li gorî rêkeftina şeva borî ya navbera Tirkiye û Amerîkayê, lazim bû ji duh bi şev de Tirkiyê êriş daba sekinandin û agirbest hatbiba ragihandin.
Basnews
