• Friday, 13 February 2026
logo

Li Hîndistanê ji ber germahiya zêde 40 kes mirin

Li Hîndistanê ji ber germahiya zêde 40 kes mirin

Navenda Meteorolojî a Hîndistanê (IMD) ragehand ku termometran li eyaleta Haryanayê 48,2 derece û li Biharê 48 derece pileya germayê ragehandin.

Rayedarên Hîndîstanê ragehand, li beşeke mezin ya wî welatî ji ber sedema hewaya gerim, li eyaleta Uttar Pradesh 17 kes, li eyaleta Bihar 14 kes, 5 kes li eyaleta  Odisha û li eyaleta Jarkand 4 kes, bi giştî 40 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Herwaha hat ragehandin ku 15 kes ji miriyên Uttarê û 10 kes ji miriyên Biharê karmendên hilbijartinê bûne.

Rayedarên eyaleta Jharkhand jî ragehandin ku li herêmê 1326 kes ji ber bandorbûna germa û rojê serî li nexwaşxanê dane.
herwaha IMD, hişyarî da ku li wî welatî dawiya heftê jî wê pêlên hewaya gerim dewam bike.

Li eyaleta Biharê ku ji ber germahiyê herî zêde bandor bûye, hat ragehandin ku heta 8ê Hezîranê dibistan û navendên perwerdê, dê werin girtin.

Li paytexta Hindîstanê New Delhî duh di encama germahiya zêde de kesekî jiyana xwe ji dest da û germahiya herî bilind jî 52.9 pileyan hat tomar kirin.

 

 

Basnews

Top