• Friday, 13 February 2026
logo

Li Kerkûkê jineke pêketiya nexwaşiya ''ta ya xwînjêçûnê'' jiyana xwe ji dest da

Li Kerkûkê jineke pêketiya nexwaşiya ''ta ya xwînjêçûnê'' jiyana xwe ji dest da

 Li Kerkûkê jinek ku karê sewal û ajalan dikir, bi nexwaşiya ''ta ya xwînjêçûnê'' girtibû û ji ber wê nexwaşiyêa jiyana xwe ji dest da.

Îro 31.05.2024ê Tenduristiya Kerkûkê ragehand, jineke temen 25 salî ya bi navê Şukriye Mehmûd Nesîf li bajarê Kerkûkê ji ber nexwaşiya ta ya xwînjêçûnê jiyana xwe ji dest da.

Herwaha hat ragehandin, wê jinê karê sewal û ajalan dikir û ji sewalan ew nexwaşî girtiye û çend roj berî naha kontrolên wê hatibûn kirin û derketibû ku ew jin bi nexwaşiya ta ya xwînjêçûnê bûye.

 

Basnews

Top