• Friday, 13 February 2026
logo

PKKê li gundeke Şingalê 6 keç revandin

PKKê li gundeke Şingalê 6 keç revandin

PKKê 6 keç li gundê Um Zîban ya Şingalê revandin û 4 keç ji wan hatin azad kirin, lê hewldana ji bo herdu keçên din ên mane jî berdewam dikin.

Duh 30.05.2024ê çavkaniyekî ewlehiyê ragehand, hewldan û gotûbêj li gel PKKê berdewamin ji bo vegerandina wan keçên ku hatine revandin, naha 4 kes ji wan keçan hatine azad kirin.

Roja 29.05.2024ê şeş keç li gundên Um Zîban a qeza Şingalê winda bûn û piştre eşîretan gef li hêzên ewlehiyê xwarin ku keçên wan peyda bikin, piştre hat ragehandin ku ji aliyê PKKê ve hatine revandin.

Çavkaniya ewlehiyê diyar kir, temenê wan keçane di navbera 13 bo 15 sal de ye û naha du keç di destê PKKê de mane.

Li gor zanyariyan PKKê li Şingalê encûmena jinan heye û li wê derê jinan bi wê encûmena didin nasandin, piştre wan jinan dikşînin nav wê encûmenê û 100 heta 200 dolar jî pare didin wan jinan.

 

Basnews

Top