Serdaneke pir civîn û berhemdar li Bexdayê
Serokwezîr Mesrûr Barzanî her îro (Pêncşem, 30.05.2024) li ser hisaba xwe ya tora civakî Xê ragehand, “Ez îro li Bexdayê me, ji bo tekezîkirina li ser dabînkirina mafên gelê Kurdistanê û çareserkirina arêşeyan bi rêya diyalogê û li ser bingeha destûrî.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Divê tenahî û aboriyeke bihêz karê me yê paşiyê be.”
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê re
Qasim Arecî: Bihêziya Herêma Kurdistanê bihêziya Îraqê ye
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî ya Îraqê Qasim Arecî tekez li ser pêşxistina alîkarî û hevahengiya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê kir.
Şêwirmendê Ewlehiya Nîştimanî ya Iraqê di wê civînê de got, “Herêma Kurdistanê herêmeke destûrî ye û bihêziya wê bihêziya Iraqê ye, lewma jî divê baştirîn pêwendî di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de hebe.”
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokwezîrê Îraqê re
Mesrûr Barzanî û Sûdanî: Divê pirsgirêk li ser bingeha destûrî bên çarekirin
Di civîna her du serokwezîran de, danûstandin li ser mijarên hevpar hat kirin û tekez li ser berdewamiya civînan û danûstandinên avaker hat kirin, bi merema çarekirina arêşeyan li ser bingeha destûrî ku di berjewendiya her du aliyan de be.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Sikirtêrê Giştî yê Rêkxistina Bedirê û Serokê Hevpeymaniya Nebnîyê Hadî Amirî re civiya.
Di wê civînê de, her du alî li ser Berdewamiya hevahengî û alîkariya navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî pêxemetî çarekirina arêşeyan hevnerîn bûn, xasma dabînkirina mafên darayî û mûçeyên mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê û jîn û jiyara welatiyan.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Sikirtêrê Giştî yê Esaîb Ehlî Heq a Îraqî Qeys Xezelî dîtin û nerînên xwe li ser dawî guhertin û pêşveçûnên Îraqê û bizavên çarekirina arêşeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê û giringiya dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê li ser bingeha destûra li hev guhertin.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî herwesa bi Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer re jî civiya.
Di wê civînê de, danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraqê û peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatin kirin.
tekez li ser çarekirina arêşe û duberekiyan û lihevkirinê pêxemetî parastina ewlehî û seqamgiriya Îraqê û rêzgirtina li mafên gelê Kurd û tevaya pêkhatên cuda cuda û welatiyên Îraê hat kirin.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê re
Mesrûr Barzanî û Fayeq Zêdan: Divê dadgeh serbixwe bin
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokê Desteya Desthilata Dadweriyê ya Îraqê Fayeq Zêdan re civiya.
Di wê civînê de, her du alî li ser piştevanîkirina bizav û danûstandinanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî pêxemetî lihevkirineke bingehîn ji bo tevaya arêşeyan û rêzgirtina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê hevnerîn bûn.
Mijara tewerekî din ê danûstandinên wan girêdayî giringiya serxwebûna dadgehan bû, nabe biryarên dadgehan bibin sedema gehandina ziraran ji bo berjewendiya giştî û binpêkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê û pêkhatan û welatiyên Îraqê bi giştî.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Desteya Heşda Şebî re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokê Desteya Heşda Şebî Falih Feyaz re jî civiya.
Di wê civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Desteya Heşda Şebî danûstandin li ser giringiya çarekirina arêşeyên hilawîstî yên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî kir, zêdebarî tekezkirina li ser rêkxistina hevahengiya navbera her du aliyan ji bo berhingarbûna gefên terorê.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokê Civata Nûnerên Îraqê bi wekalet Muhsin Mendelawî re civiya.
Di wê civînê de, tekez li ser giringiya tekez li ser giringiya dabînkirina mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya federalî de hat kirin.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di civînekê de bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî re danûstandin li ser rewşa rewşa giştî ya Îraqê û pêngavên çarekirina arêşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî kirin.
Her du aliyan tekez li ser pêdivîtiya çarekirina arêşeyan bi rêya danûstandinan û rêzgirtina li sîstema federalî ya Îraqê û qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina mafên xelkê Kurdistanê kir, xasma pişka budceyê û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê di çarçoveya budceya giştî de.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî re
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Sikirtêrê Giştî yê Hevpeymaniya Nehca Îraqî Ebdulsade Firêcî tekez li ser pêdivîtiya piştgirîkirina bizavên çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û xasma dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hat kirin.
Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî re
Di civîna dawiyê de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Bexdayê bi Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştîmanî Emar Hekîm re dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û giştî ya Îraqê û bizavên çarekirina arêşeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin.”
Her du alî li ser giringiya çarekirina arêşeyan bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrî û parastina mafên xelkê Herêma Kurdistanê û hemî pêkhatên Îraqê hevnerîn bûn.
K24
