• Friday, 13 February 2026
logo

êrîşên dijî Amerîka û Brîtanyayê li Bexdayê destpê kirin.

êrîşên dijî Amerîka û Brîtanyayê li Bexdayê destpê kirin.

Muqteda Sedir daxwaza daxistina balyozxaneya Îraqê kiribû.

Li gor çapemeniya Îraqî duhê bişev li Bexdayê komeke qerebalix êrîşî ser kompaniyeke Amerîkî û akademiyeke Brîtanî kirine û bînayên kompanî û akademiyê şewitandine.

Her çend heta niha ti aliyek berpirsiyartiya wan êrîşn negirtiye ser xwe lê goman diçin ser alîgirên tevgera Sedir jiber ku, beriya çend rojan Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz kiribû balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê were daxistin û Balyoza Amerîkayê jî were derxistin.
 

Top