• Friday, 13 February 2026
logo

Kurdistan û Misir têkiliyên xwe yên abûrî bihêztir dikin

Kurdistan û Misir têkiliyên xwe yên abûrî bihêztir dikin

Rêjeya bazirganiya navbera wan 60 miliyon dolare.

Li gor daxuyaniyeke wezareta bazirganî û pîşesaziya hikûmeta herêma Kurdistanê, şandeke Misirî yaku, ji nunerên pîşesaz û bazirgan û herwiha berpirsê beşê bazirganî li Konsulusxaneya Misirê pêk hatiye, serdana wezareta pîşesazî ya hikûmeta herêma Kurdistanê kiriye.

Di civînê de her du alî giftûgo derbarê têkiliyên abûrî û bazirganî yên di navbera Misir û Kurdistanê de kirine û tekez li ser berfiretir û bihêztirkirina wan têkiliyan kirine.

Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku, niha rêjeya bazirganiya navbera her du aliyan 60 miliyon dolare û her du alî li ser zêdetir kirina vê rêjeya han biîsrarin.

Top