HSDê kuştina 103 serbazên Tirkîyê û çekdarên ser bi wê ve ragihand
Navenda ragihandna HSDê îro di beyanekê da amara duh ya şerûpevçûnên şervanên xwe digel serbazên Tirkîyê û çekdarên ser bi wê ve belavkir û eşkere kir: Li hemû bereyan şervanan 103 serbaz û çekdar kuştîne.
HSDê diyar jî kir: Bi dehan tank, zirîpoş û tirombêlên serbazî jî yên supayê Tirkîyê û mîlîşyatên ser bi wê ve ji alîyê şervanan ve hatine jinavbirin.
HSDê di beyana xwe da eşkere jî kir: Di şerûpevçûnên duh da 23 şervanên wan jî di berxwedanê de şehîd bûne 39 jî birîndar bûn.
Waar.tv
