• Friday, 13 February 2026
logo

Aydin Maruf: Em dê beşdariyê di helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bikin

Aydin Maruf: Em dê beşdariyê di helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de bikin

Tirkmenên li Herêma Kurdistanê li gel nerazîbûna li biryara vegerandina 5 kursiyên ji bo pêkhateyan, daxwaza vegerandina her 11 kursiyan jî dikin, lê biryar dane beşdariyê li helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Duh 28.05.2024ê Wezîrê Herêmê yê karûbarên pêkhateyan Aydin Maruf di civîneke çapemeniyê de ragehand, ew biryara Desteya Dadweriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê red dikin, lê dê beşdariyê di helbijartinên dema şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de bikin.

Roja 20ê Gulanê Desteya Dadweriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Helbijartinên Iraqê biryar da, 5 kursiyan ji bo pêkhateyên li Herêma Kurdistanê bên cuda kirin, awayê dabeşkirina kursiyan jî waha ye: 2 kursî ji bo Xirîstiyanan, 2 kursî ji bo Tirkmenan û Kursiyek jî ji bo Ermeniyane.

Aydin Maruf ji ber hewldanên wan ên berdewam ji bo cîhbicîhkirina mafên pêkhateyan û pêkvejiyan bibe rûyekî xweşiktir li Herêma Kurdistanê spasiya Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

 

Basnews

 

Top