• Friday, 13 February 2026
logo

Serokê herêmê û Mîrê Êzidiyan civiyan

Serokê herêmê û Mîrê Êzidiyan civiyan

Nêçîrvan Barzanî piştîvaniya mafên Êzidiyan dike.

Duh Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Mîrê Êzidiyan Mîr Hazim Tehsîn Beg kir û di civînê de Serokê herêmê tekez li ser piştîvaniya xwe ya bo Mîr û tevahiya mafên Êzidiyan kir.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa Êzidiyan û mafên wan li herêma Kurdistan û Îraqê kirin û tekez li ser pêwîstiya xizmet kirina baştir ya welatiyên Êzidî di her warî de kirin.

Rewşa Şingalê û awareyên Êzidî di nava kempan de mijarên din yên vê civînê bûn.

 

Top