Serok Barzanî û Balyozê Yêkîtiya Ewrupa li Iraqê civîyan
Li hevdîtinê de Balyozê Yêkîtiya Ewrupa li Iraqê li Bexda nû dest bi karên xwe kiriye, pêzanînên xwe hebû ji bo wan pêşketinên erêniyên li Herêma Kurdistanê bi beramber li gel navçeyê hatiye holê û her wiha spas û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstên Da’îş û hewandina sedan hezar koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hebû. Li beşekî dinê axaftina xwe de Balyozê Yêkîtiya Ewrupa li Iraqê helwesta Yêkîtiya Ewrupa ya li ser rewşa niha ya Sûriye ji bo Serok Barzanî şîrove kir.
Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Yêkîtiya Ewrupa li Iraqê kir û hêviya serkeftinê xwest. Ji bilî balkişandina li ser sedemên serhildana wê rewşa ku li Sûriye hatiye holê dilgiraniya xwe û têbîniyên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye xisterû.
Her li vê hevdîtinê de ronahî xistin li ser peywendiyên Hewlêr û Bexda û dirustbûna rewşa nû ya ji bo çareserkirina kêşeyan bi erênî da hate nirxandin.
Waar.tv
