• Thursday, 12 February 2026
logo

Erdogan sînorê “herêma ewle” diyar dike

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Erdogan sînorê “herêma ewle” diyar dike
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ragihand, bi dirêjahiya 444 K.M û bi kûrahiya 32 K.M “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê radigihînin.

Li perawîza civîna heftemîn a “Encûmena Tirkiyê” a Tirkîaxêv ku li Bako Paytexta Azirbeycanê birêve çû, Serokomarê Tirkiyê ragihand, nêzîkî 4 milyon Sûrî li Tirkiyê ne û wan 40 milyar Dolar lê xerc kirine.

Got jî: “Em dixwazin herêma ewle bi dirêjahiya 444 K.M ji rojava ta rojhilat û bi kûrahiya 32 K.M ji bakur ta başûr dirust bikin û penaberan lê bicih bikin.

Artêşa Tirkiyê ji roja 9ê Cotmehê ve dest bi êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir. Niha bombebaran, topbaran û şerê bejahî bi giranî li Serê Kaniyê û Girê Sipî rû didin.

Top