• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka hêzên xwe ji Minbicê vekişand

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Amerîka hêzên xwe ji Minbicê vekişand
Medyaya nêzîkî HSDê belav kir, îro danê sibê hêzên Amerîkî ji nava bajarê Minbicê vekişiyan û ber bi bendava Tişrînê ya li ser çemê Firatê birê ketin.

Bi biyara Serokê Amerîka leşkerên Amerîkî Rojavayê vedikişin. Duh jî Amerîka hêza xwe vekişandibû û li ser pira Qereqozak a li ser çemê Firatê di navbera Kobanî û Minbicê de bicih bûbûn.

Herwiha piştî biryara vekişandina hêzên Amerîkî, HSDê bi artêşa Sûriyê re lihev kiribû, artêşa Sûriyê parastina sînorê bi Tirkiyê re bike. duhî jî artêşa Sûriyê gihîştibû Minbic, Eyn Îsa û Til Temirê.

Ji aliyê xwe ve Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan duhî got, Peymana wan sala bûrî bi Amerîkayê re ew bû ku YPG divê di nava 90 rojan de Minbiçê derkeve. Lê salek derbas bû YPG Minbiçê derneket.

Erdogan tekez kir û got: “Jixwe em naçin Minbicê. Erebên ku xwediyên Minbicê ne, ewê biçin bajarê xwe. Emê jî ewlekariya wan biparêzin.

K24
Top