Li 3 bajaran operasyon 5 hevşaredarên HDPê hatin binçavkirin
Ji aliyê din ve di heman demê de li Erdişa navçeya Wanê û Nisêbina navçeya Mêrdinê ji operasyon hatîn pêkanîn. Di encamê de hevşaredarên Erdişê Yildiz Çetin û Bayram Çiçek hevserokên HDPê yên Erdişê Şakir Asil û Hucret Kandemir, hevşaredarên Nisêbinê Semire Nergiz û Ferhat Kut û endamê meclisa şaredarîya Nisêbinê Mehmet Emin Alkan hatine desteserkirin.
Hêjayê gotinê ye ku hêj sedema binçavkirina wan ne hatîye eşkere kirin, belê tê gotin ku ji ber parvekirinên medya civakî yên li dijî derketina êrîşa rojavaye.
Waar.tv
