• Thursday, 12 February 2026
logo

Amerîka sizayan li 2 Wezaret û 3 berpisên Tirkî disepîne

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Amerîka sizayan li 2 Wezaret û 3 berpisên Tirkî disepîne
Wezareta Gencîneya Amerîka bi sedema êrîşa Tirkiyê ser Rojavayê Kurdistanê, sizayan li ser 2 wezartên Tirkiyê û 3 berpirsên pilebilind ên wî welatî disepîne.

Wezareta Gencîneya Amerîka di daxuyaniyekê de ragihand, sizayên wan li ser Wezareta Bergîriyê û Wezarta Anerjiyê, herwiha li ser Wezîrên Bergîrî, Anerjî û Navxweyî dibin.

Diyar kir, xistina navên wan berpirsên Tirkî di lîsteya sizayan de, bi sedema wê yekê, hikûmeta Tirkiyê karên têkdana ewlehî û aramiya navçeyê dike.

Wezareta Gencîneya Amerîkî tekez kir jî, ew amade ye sizayên din li ser berpir û dezgehên hikûmeta Tirkiyê bisepîne, heger pêwîstî hebe.

Ev di demekê ye, Serokê Amerîka pêştir bi sedema êrîşa li Rojavayê Kurdistanê, gefa sizayên tund li Tirkiyê xwaribû.

K24
Top