Mesrûr Barzanî: Em hêvî dikin ku vekirina konsulxaneya Qeterê bibe sedema pêşveçûna peywendiyên navbera Hewlêr û Doha’yê
Bi amadebûna Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Sekreterê Giştî yê Wezareta Derve ya Qeterê Ehmed Hesen El-Hemadî û Balyozê Qeterê li Iraqê îro yekşemê merasima vekirina Konsulxaneya Qeterê ya li Hewlêrê birêve çû.
Di merasîmê de Serokwezîr gotarek pêşkêş kir û got ku vekirina Konsulxaneya Qeterê dê bibe alîkar ku têkiliyên me di warên cuda de pêşve bibin.
Naveroka axaftina Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan:
Binavê xwedê mezin û mêhreban
Ez di serîde xêrhatina birêz Ehmed Hesen El Hemadî sektreterê giştî yê wezareta derve yê Qeterê û birêz balyozê Qeterê li Iraqê dikim.
Amadevanên birêz êvara we baş û gelek bixêr hatin
Ez kêfxwaşim ku îro li gel we birêzan beşdariyê di merasima vekirina Konsulxaneya giştî ya Qeterê a li Hewlêrê dikim. Hêvîdarim ku ev pêngave bibe destpêkek bo zêde ber bi pêşveçûna pêywendiyên navbera herdu aliyan.
Em kêfxweş in ku peywendiyên baş di navbera Herêma Kurdistanê û Qeterê de hene û di dema borî de çend berpirsên payebilind ên Qeterê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn. Me serdana Dewleta Qeterê jî kir.
Em hurmeteke mezin ji Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî re digrin û em dixwazin têkiliyên xwe di warên cuda de li ser esasê berjewendiyên hevpar zêdetir pêş bixin.
Vekirina konsulxaneya giştî ya Qeterê wê hevkar û alîkarê be di berbipêşve birina pêywendiyên navbera me de, di warên cuda de bi taybetî di warên bazirganî û çandinî û çand û xwandina bilind de.
Qeter di warê veberhênan, avadanî, avahîsazî, enerjî û tevger û çalakiyên aborî ve, dewleteke dewlemende û xwedî ezmûnekî serkeftiye, ji bo wê jî divê Herêma Kurdistan sûdê ji dewlemendiya Qeterê a di van waran de werbigre.
Ez di vir de bang li veberhênerên Qeterê dikim ku serdana Herêma Kurdistan bikin û di warê cuda cuda de, projeyan encam bidin û Em jî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadene ji bo pêşkêşkirina her hêsankariyekî kar di vê derbarê de.
Herêma Kurdistan navçeyeke seqamgîr û aram ya deverê ye û di heman demê de xweza û erdnîgariya Herêmê, di gelek waran de bi veberhênanê di warên cuda cuda de, bi taybetî çandinî û geştiyarî ango turîzim û pîşesaziyê de. Em bi hemî hêzekî ve pêşwazî û piştevaniyê li veberhênana pir rengiyê dikin ku beşeke ji karnameya Hikûmetê li warê cêhêregbûna aborî de.
Di dawiyê de em careke din jî pîrozbahiya vekirina konsulxaneya giştî ya Qeterê dikin û hêviya serkeftin û pêşveçûna pêywendiyên navbera Herêma Kurdistan û dewleta Qeterê dixwazin.
Basnews
