• Thursday, 12 February 2026
logo

Çînê daxwaza rawestandina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir

Gulan Media October 15, 2019 Nûçe
Çînê daxwaza rawestandina êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê kir
Wezareta Derve ya Çînê bang li Tirkiyê kir, ku operasyona li bakurê Sûriyê rawestîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê, Geng Shuang ragihand ku Çîn li dijî dagirkirina erdê Sûriyê ji aliya Tirkiyê ve ye

Vê dîplomatê Çînî herwiha da zanîn, ku welatê wî bi awayekî bingehîn li dijî bikaranîna hêzê ji bo çareserkirina pirsên navneteweyî ye.

Helwêsta Çînê li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye, ku fişarên navdewletî li ser Enqerê bo rawestandina êrîşê her ku diçe zêdetir dibin.

Ji ber êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, Amerîkayê hin ceza bi ser wî welatî de sepand û ew ceza sê wezîrên Berevanî, Navxwe û Enerjiyê yên Tirkiyê jî li xwe digire.

Herwiha heta niha heft welatên Ewropayê firotina çekan bi Tirkiyê dane rawestandin.

Êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê îro Sêşemê derbasî roja heftem bû û di berdewamiya êrîşê de, artêşa Tirkiyê bajarê Serê Kaniyê bi giranî topbaran dike.

Herwiha li derdora bajarê Serê Kaniyê û bajarokê Til Helefê şer û pevçûnên giran çê dibin.

Li gor zanyariyên Rûdawê, di dije êrîşekê de hêzên HSDê îro tevahiya avenda bajarê Serê Kaniyê û herwiha bajarokê Til Helefê ku bo demeke kurt ketibû destê hêzên Tirkiyê, kontrol kirine.

Rudaw
Top