Siyasetmedarên Rojava: Çawa Kerkûk hat teslîmkirin, PKKê jî Rojava wisa teslîm kir!
Duhî rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ragihand, ew û rêjîma Sûriyê li ser wê yekê li hev hatine ku hêzên rêjîmê li seranserî sînorên Rojava bi Tirkiyê re bicîh bibin û bi vî rengî pêşiya êrişên Tirkiyê bên girtin.
Li ser vê yekê, siyasetmedarê kurd û berpirsê Bizava Musteqbel ya Sûriyê, Cîhad Heso ji BasNewsê re got, ewa ku li Rojava qewimî pilan û siyaseta Tirkiye û Amerîka bû. PKK û rêjîma Sûriyê jî li hev kirin û êdî tevahiya Rojava dikeve destê rêjîmê.
Cîhad Heso her wiha got, bi hezaran zarokên kurd li Rojava şehîd bibûn di parastina xaka Rojava de lê siyaseta PKKê wisa kir ku dîsa Kurdistan bikeve bin lepê rêjîma Beşar Esed.
Bi gotina wî siyasetmedarê kurd, ji destpêka şerê Sûriyê ve heta niha di navbera PYD û rêjîma Sûriyê de rêkeftin hebû û ewa ku li wir qewimî jî, mîna teslîmkirina Kerkûkê bû li Başûrê Kurdistanê.
Endamê polîburoya PDK-Sê, Nûrî Birîmo jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, ewa ku duhî qewimî mîna wê tiştê bû li Kerkûkê qewimî.
Nûrî Birîmo her wiha got, bi kurtî û kurmancî Amerîka çû û Beşar Esed vegeriya. Ji xwe Tirkiyê jî ev dixwast.
Basnews
